Artêşa Tirkiyê li Amedê dest bi operasyoneke nû kir

.

 Li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê operasyonên serbazî yên artêşa Tirkiyê bi dawî nabin. Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Amedê dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-21 (Amed-Şenlik) kiriye.

Li gor daxuyaniyekê ku îro Duşemê 7ê Sibata 2022ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-21” vê sibê bi beşdarbûna 400 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh 6ê Sibata 2022ê jî diyar kiribû ku li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Zivistan-20” daye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle