Artêşa Tirkiyê gundên Efrîn, Kobanî û Hesekê dide ber topan

.

Artêşa Tirkiyê gundên Kobanê, Efrîn, Reqa, Tel Rifet û Tel Temrê topbaran kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Tirkiyê şeva borî hejmarek gundên di navbera Efrîn û Til Rifat û çend gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.

Diyar kir jî, di topbarana ser gundê Soxanekê ya li navçeya Şêrewa de, 2 kes birîndar bûn.

Li Hesekê, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, gundên Şêx Fatimî û Hemîdiyê yên gundewarên rojhilatê Ebû Rasên li bakurê Hesekê, gundê Til El-Laban li başûrê rojavayê Hesekê, bajarokê Til Temr û gundê El-Şor li gundewarê Ebû Rasîn li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan de bide.

Li Kobanî jî, hêzên Tirkiyê bi topên giran gundên Qeremûx, Cîcan, Zormxar û Carqelî li rojava û gundê Goran li rojhilatê Kobanê topbaran kirin.

Li parêzgeha Reqayê jî, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, gundên Zênobiya û Ebû Sûra yên rojavayê Eyn Îsa topbaran kirin, bê ku agahî derbarê ziyanan de hebin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye û deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê dike armanc.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî gefa destpêkirina operasyoneke bejahî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û dibêje, di guncawtirîn dem de, ew ê êrîş bikin.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin