Artêşa Tirkiyê bi topan êrîşî Girê Spî û Reqayê kir

.

 Artêşa Tirkiyê bi topan, êrîşî gundewarê rojavayê Girê Spî û Reqayê kir û di encamê de jî welatiyekî can da, 3 heb jî birîndar bûn.

Li gor zanariyên xwecih, diyar dikin êvara roja Yekşemê, topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, 3 gundên din ên rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kirin.

Zanyarî destnîşan dikin, gundên Zenûbya, Suwan û Um Hoş li rojavayê Girê Spî, hatin topbarankirin û berî wan jî gundên Erîde, Xirbet Beqer û Kur Hesen hatibûn topbarankirin.

Herwiha li aliyê din, li gundewarê Reqayê, bi sedema topbarana hêzên Tirkiyê welatiyekî can da.

Di çarçoveya topbarankirina navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zanyariyên xwecihî ji bajarê Reqayê, nîşanê bi wê yekê didin, bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê, li ser Rêya Navdewletî ya M-4, li rojavayê nahiyeya Eyn Îsa, welatiyekî can da û 3 welatiyên din birîndar bûn.

Zanyarî eşkere dikin, navê welatiyê ku bi sedema topbaranê can da, Muhyîddîn Hecî Ehmed Ibrahîm e, temenê wî 35 sal e, ji xelkê gundê Bexdîk e.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin