Artêşa Tirkiyê 20 top avêtin gundê Hirorê

.

Serê vê sibehê, di demekê de ku xelkê gundê Hirorê cejna hev pîroz dikirin, topxaneyên Tirkiyê dest bi topbarankirina sînorê gund kirin û 20 top avêtin derdora gund.

Îro Duşemê 2yê Gulana 2022yan saet derdora 08.00ê artêşa Tirkiyê îro bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê derdora gundê Hiror ê li nahiya Kanî Masê ya ser bi Amêdiyê ve topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê 20 top avêtin gundê Hirorê û ev topbarana Tirkiyê di demekê de destpê kiriye ku xelkê ji bo cejnê serdana malên hevdu dikirin.

Welatiyê bi navê Nizar Hirorî ku video ji bo Rûdawê şandine, dibêje 20 top li derdora gundê wan ketine û ti ziyanên wê yên canî nebû ne, lê di nava xelkê de bûye sedema tirseke mezin, ji ber ku yek ji wan topan li esmanê gund teqiya ye û xelk gelek tirsiya ye.

Tevî topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyê û şerê PKKê û Tirkiyê jî, heya niha 50 mal li gundê Hirorê mane.

Artêşa Tirkiyê ji roja 17ê Nîsanê ve operasyona Pence-Kilîd li navçeyên sînorî yên parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê û bi taybet li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyanê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) destpê kiriye ku heta niha jî berdewam e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN