Artêşa Tirk li Zaxoyê cihê geştiyariyê bombebaran kir: Kuştî û birîndar hene

.

 Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê, îro 20ê Tîrmehê hin deverên geştiyariyê yên li sînorê qeza Zaxoyê ya parêzgeha Duhokê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama bombabaranê de, herî kêm 2 kesan can daye û hejmarek zêde kesên din ên sivîl jî birîndar bûne.

Çavkanî radgihînin ku dibe hejmara kuştî û birîndaran hîn zêdetir be. Li gorî hin çavkaniyan hejmara giştî ya qurbaniyan 30 ji kesan zêdetir e.

Qaymeqamê Zaxoyê jî daye xuyakirin, “Artêşa Tirkiyê îro du caran gundê Perx bombardiman kir û di encamê de 2 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar in. Cihên ku hatine bombebarankirin cihên geştyarî ne.”

Di dîmenên ji cihê bûyerê hatine belavkirin de, xuya dike ku kesên bûne hedefa bombardimanê xelkê sivîl ên çûne geştê ne. Hîn nehatiye zanîn bê di wê êrîşê de endamên PKKê jî hatine armanckirin yan na.

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin