Artêşa Sûriyê pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve topbaran kirin

.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hêzên artêşa hikûmeta Sûriyê, roja Pêncşemiyê ji gundê Kefer Kefen li gundewarê Helebê ve, pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Kifir Xaşi li gundewarê bajarokê Ezazê topbaran kirine.

Derbarê encam an zirarên wê êrişê de ti zanyarî nehatiye belavkirin.

Ezaz ku dikeve bakurê Helebê û ser sînorê Tirkiyê, di kontrola komên çekdarên opozisyona Sûrî de ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Ji aliyekî din ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve herdû gundên Eyn Diqne û Bîlûniye li herêma Şehbayê topbaran kirin û li gor çavkaniyên xwecihî û medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, bi dehan top li herdû gundan ketine xwarê.

Hinek çavkaniyên din jî belav kirine ku li herdû navçeyên Kifir Kilbîn û Gilcibrîn li gundewarê bakurê Helebê, şer di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û Hêzên Sûriya Demokratîk de derketiye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Êrişên li ser Helebê rê li ber guherîna demografîk vedikin
Îlham Ehmed: Me bi Washington, Parîs û Enqereyê re pêwendî daniye
Rûmala taybet bi mangirtina giştî
Artêşa Ereban a Sûriyeyê: Em dê bi dijwarî êrişî baregehên HSDyê bikin
Almanya: Vê karesatê rawestînin û vegerin ser maseya dan û standinan