Artêşa Iraqê xaniyê malbateke Kurd dagir dike û dike bingeheke leşkerî

.

Artêşa Iraqê ji malbateke gundê Hesariyê yê nahyeya Şiwaniyê ya parêzgeha Kerkûkê xwestiye ku heta sibe (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) xaniyê xwe vala bikin, û ew dê bingeheke leşkerî li cihê wê ava bikin.

Xalid Hesarî yê xwediyê wî xanî îro (Çarşem, 11ê Hezîrana 2025ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kameran re ragihand, "Me tapoya resen û reş a vî erdî heye. Tiştê ku tê kirin şerekî derûnî ye li dijî Kurdan û redkirina Kurdan li ser axa wan a dîrokî ye.”

Navbirî amaje jî da, “Li her welatekî, artêş parêzera ax û welatî ye, nabe ku êrîşî welatiyan û mirovên belengaz bike. Em daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û aliyên peywendîdar dikin ku bên pêş û artêşê rawestînin."

Welatî Sayran Mihemed jî ji aliyê xwe ve got "Ji me re hatiye gotin ku eger em heta sibê (Pêncşemê, 12ê Hezîrana 2025ê) ji vê derê dernekevin, ew dê me bi daran derbixin. Ew dê li cihê mala me bingeha tabûreke tank û zirxiyan ava bikin.”

Welatiya navbirî herwesa got, “Sedam Hisên ev yek bi me nedikir; Ew me ji birçîna dikujin, mûçeyan nadin me û me derdixin. Em biçin ku derê?” tekez jîkir, “Em li ser vê axê hatine perwerandin, em li ser vê axê dijîn û dimirin. Hestiyên bav û kalên me tê de rizîne, niha ew dixwazin me bi zorê derbixin."

Sayran Mihemed herwesa got, "Ji 16ê Cotmeha 2017ê ve, em di rewşeke pir nebaş de dijîn û welatiyên Kurd ên Kerkûkê rojane ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şebî ve rastî êrîşan tên. Em êdî nikarin hedarê bikin, ev 10 sal in ku em hedarê dikin, hind e em bixeniqin. Welatiyên Kurd rojane li ber çavên rayedarên vî bajarî rastî tecawizê tên û her kes bêdeng e."

Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Îsraîlê dest bi pêleke nû ya êrişan kir
Îsraîl: Me piraniya fermandarên Hêza Asmanî ya Îranê kuştine
Serokkomarê Îsraîlê: Êrişa li Îranê dê xizmeta aştiyê bike
Îsraîlê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin
Reuters: DAIŞ hewl dide li Sûriye û Îraqê xwe ji nû ve bihêz bike