Artêşa Amerîkayê: 4 çekdarên alîgirên Îranê li Sûriyê hatin kuştin

.

Artêşa Amerîkayê ragihand, di nava 24 demjimêrên borî de li rojhilatê Sûriyê, çar çekdarên grûpên ser bi Îranê kuştine.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, duh baregehên serbazî yên Conoco û Green Village ên Amerîkayê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine armanckirin û li hember wê, helîkopterên Amerîkayê pêgeheke ser bi grûpên çekdar ên alîgirên Îranê bombebaran kirine.

CENTCOM eşkere kir, di encama bersiva Amerîkayê de çar çekdar hatine kuştin û heft cihên avêtina mûşekan jî hatine wêrankirin.

Sê roj in pevçûn di navbera çekdaran û artêşa Amerîkayê de li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê qewimîne.

Komara Îslamî ya Îranê red kiriye ku ti pêwendiya wan bi wê grûpa çekdaran re hebe ku Amerîkayê li Sûriyê ew kiriye armanc.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt