Artêşa Almanya got wê desteka wan ya ji bo Pêşmerge dewam bike

.

Heyeta şêwrê ya leşkerî ya Almanya li Hewlêrê bi wezareta Pêşmerge re civiya û ragihand ku wê desteka Almanya ji bo Pêşmerge dewam bike. Hat ragihandin ku heyeta Almanya bi sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge bi Bextiyar Sadiq Muhammed re civiyaye. Li gor ragihandina wezareta Pêşmerge; heyeta şêwrê ya leşkerî ya Almanya bi rêvebirên wezareta Pêşmerge re li ser nîzamîbûna hêzên Pêşmerge axifiye.

Her weha yekkirina hêzên Pêşmerge, nîzamîbûna wan û pêvajoya perwerda Pêşmerge, pêvajoya reforman ya di wezaretê de, zêdekirina şiyanên Pêşmerge û ji bo desteka Almanya ji bo Pêşmerge, Sadiq sipasiya heyeta Almanya kiriye. Sadiq got ku bi desteka Almanya, bi desteka welatên di bin sîwana hêzên koalîsyonê de asta Pêşmerge gihaye asteka bilind.

Heyeta Almanya ragihandiye ku wê destek û hevkariya wan ji bo wezareta Pêşmerge dewam bike û wê bi berfirehî şêwrimendiya Almanya were cîh.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt