Arif Qurbanî
Bê guman piştî guhertinên Sûriyeyê, piraniya siyasetmedarên Kurd û şîrovekarên Kurdistanê û hin navendên cîhanî jî dabaşa wê yekê dikin ku navçe li ber guhertinên mezin e û divê Kurd xwe ji bo van guhertinên amade bikin. Lê ger tu ji her yekî ji wan bipirsî gelo ew guhertinên çaverêkirî ku îhtîmala qewimîna wan nêzîk e çi ne, kes bersiveke rast nade te.
Di rastiyê de, ew hemû bûyer û guhertinên ku li cîhanê pêk tên, kesên ku berê zanîbûn hene, ji ber ku bûyer bi destê mirovan tên afirandin. Her çiqas niha cîhan gihiştiye rewşekê ku ne tenê bûyerên destçêkirî lê zanyariyên pêşwext ên bûyerên xwezayî jî hene.
Cuda ji kesên ku wekî agahdarbûna pêşwext zanyariyên li ser bûyer û pêşhateyan li nik wan hene, hin kesên din jî hene ku bi nirxandin û şîrovekirina daneyên heyî, xwendina pêşwext a bûyer û pêşhateyan dikin û gelek caran bûyer bi wî awayê ku wan şîrovekar û lêkolînvanan pêşbîniya wan kiriye pêk tên.
Ji ber vê yekê Kurdan gotiye "ti dûman bê agir nîne", ev çaverêkirinên ji bo bûyer û guhertinên deverê jî, naxuye xweber û bê bingeh bin. Bi taybetî ku cuda ji şîrovekirina şîrovekarên ku pişta xwe bi zanyariyên bi dizî derketî û daneyên siyasî girêdidin, hin karakterên siyasî yên Kurd jî ku beşek ji sazkirina biryarê ne, ew jî amaje bi guhertinên mezin dikin. Lê pirs ev e: Gelo çi guhertinek li herêmê ji bo Kurdan guhertineke mezin e?
Berî ku em li dû bersiva vê pirsê biçin, divê em bizanin kî guhertinê pêk tîne. Bi taybetî ku çaverêkirina guhertina mezin were kirin, bê guman divê hêzên mezin afirîner bin. Gelo ew hêzên mezin li devera me hene? Yan çi asoyek heye ji bo wê yekê ku hêzên mezin ên cîhanî guhertinê li qezenca Kurdan bikin?
Bi taybetî ku ezmûna tal a piştî Şerê Yekem ê Cîhanî û kişandina nexşeya Rojhilata Navîn, hîn jî wekî nîrekî li dor gerdena Kurdan aliyaye. Di tevahiya sedsala borî de jî her ewên ku danerên nexşeya rojhilêt bûn û welatê Kurdan parçe parçe kir, pasevanên wan sînorên çêkirî bûn û her destwerdaneke sînor wekî derbaskirina hêla sor dîtine.Ger çi niha jî ti amajeyeke zelal û eşkera ne diyar e ji bo wê yekê ku li ba wan asayî be destwerdana sînorê nexşeya Sykes-Picotê were kirin, ji bilî wê yekê ku piştî mezinbûna şerê Xeze û Îsraîlê, piştgirên çareseriya du dewletan berfirehtir bûn. Brîtanya û Fransa wekî endazyarên nexşeya rojhilêt çûne bal piştgirên avakirina dewleta Filistînê û dixwazin di çend mehên bê de biryar li ser vê yekê were dayîn.
Bê guman kutabûna nakokiya Erebî-Îsraîlî û avakirina dewletê ji bo Filistîniyan bûyereke mezin e lê gelo ev bûyer çi ji pirsgirêka Kurdan diguhere ku pêwîst be Kurd xwe ji bo wê amade bikin?
Avakirina her dewleteke nû li Rojhilata Navîn, şikandina tabûya destwerdana wan sînorên çêkirî ye ku di nexşeya Sykes-Picotê de çespandin. Ji ber vê yekê ger dewlet ji bo Filistînê were avakirin, du caran ji bo Kurdistanê jî dibe şansek. Yekem vebûna derî li ber guhertinên din ên nexşeya herêmê ye û duyem jî ev pirs dertê pêş, çareseriya pirsa Kurdî bibe wekî mezintirîn pirsgirêka Rojhilata Navîn.
Li vir jî xala girîng ew e ku niha hêzên mezin ên cîhanê wekî sedsala borî ne li dijî Kurdan in, berevajî vê yekê beşek ji wan piştgiriyê didin Kurdan. Her wiha Kurd bi xwe jî niha ji hemû aliyan ve ji wê qonax û rewşa ku Kurdistan li ser welatan hat dabeşkirin amadetir in.
Li gorî daneyên siyasî ku li herêmê hene, hiştina rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê piştî guhertinên Sûriyeyê, her wiha rêkxistina navmala Kurdî li Rojavayê. Ji aliyekî din ve jî fişarên Amerîkayê li ser PDK û YNKyê ji bo lezkirina pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê, hatin û çûnên navbera Enqere û Îmralî û hewldanên desthilatdarên Tirkiyeyê ji bo kişandina bala Kurdên wî welatî ku dikarin di paşerojê de wekî du hevpar û bira pêkve bijîn. Îhtîmal zêde ye ku Tirkiye ji tiştê li pişt senaryoyên herêmê serwext be.
Bi taybetî ji ber hebûna çavkaniyên gaza xwezayî li her du beşên erdnîgariya Başûr û Rojavê Kurdistanê, derfetê dide Kurdan ku cureyekê serxwebûnê ji xwe re bi dest bixin ji ber hebûna wê wekî çavkaniyeke enerjiya domdar ku gaza xwezayî ye.
Ji ber ku ger sedsala borî sedsala neftê bûbe, ev sedsal sedsala gazê dibe. Hemû şer û nakokiya navbera hêzên mezin jî li ser serdestî û hegemoniya li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên bazarkirina wê ye. Ev her du beşên Kurdistanê wekî çavkanî û di heman demê de wekî rê jî cihekî wan ê girîng li nexşeya enerjiya cîhanî heye.
Ji ber vê yekê wer dixuye ku planeke cuda ya Amerîka û Ewropayê ji bo Kurdistanê heye û ne dûr e çareseriya du dewletan ji bo çareseriya pirsgirêka Ereb-Îsraîlî, awayê dariştina ramana du dewletan ji maneya dewleta Îsraîl û dewleta Filistînê biguhere bo avakirina du dewletan ji bo her du pirsgirêkên mezin ên rojhilat û bi avakirina dewleta Filistînê û dewleta Kurdistanê li ser erdnîgariya başûr û rojava, dawî li stem û pirsgirêka piştî Sykes-Picotê bînin.
Her çiqas Kurdistan tenê ji van her du parçeyan pêk nayê û beşa mezin a erdnîgarî û neteweyê jî li Tirkiye û Îranê ye lê her du dewletên Tirkiye û Îranê li gorî Îraq û Sûriyeyê, du karakterên xurttir in li herêmê û rol û pêgeha wan li cîhan û navendên biryardayînê zêdetir e.
Ji ber vê yekê îhtîmaleke zêde heye ku Tirkiye û Îran li ser hesabê Îraq û Sûriyeyê, bi wê çareseriyê razî bûbin ku li her du beşên başûr û rojava, malek ji bo Kurdan jî were avakirin. Bi taybetî ku her du alî jî dizanin ku îro be yan sibê, her divê Kurd jî wekî neteweyên din ên herêm û cîhanê xwedî qewareya xwe bin.
Her wisa dizanin ku di her rewş û derfetekê de dewlet ji bo Kurdistanê were avakirin, Kurd dibin xwedî yek dewlet, îcar ew dewlet li ser her beşeke axa Kurdistanê hat damezrandin, dawî li wê yekê tê ku li beşeke din a Kurdistanê dewleteke din a Kurdî were damezrandin.
Ji hêleke din ve, ev jî tê wê wateyê ku ger dewlet li her beşeke Kurdistanê hat avakiran, metirsî li ser dabeşbûna erdnîgariya dewletên din namîne ku Kurd û Kurdistan li ser wan hatine dabeşkirin. Ji ber vê yekê ger em ji her nêrîn û goşenîgayekê ve li metirsiyên dewleta Kurdî binêrin, ew destkeft jî ji bo wan her du welatan dibe ku êdî metirsiya dabeşbûna wan namîne.
Çavkanî: Rûdaw