Aras Şêx Cengî: Dem e Kek Mesûd ji bo rêkxistina navmala Kurdan bibe birayê mezin

.

Aras Şêx Cengî di peyamekê de pesna civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî dike û dibêje, “Dema wê yekê ye ku Kek Mesûd ji bo rêkxistina navmala Kurdan bibe birayê mezin.”

Aras Şêx Cengî îro (Pêncşem, 16.01.2025) li ser civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê, li ser rûpela xwe ya taybet a tora civakî ya Facebookê peyamek parve kir.

Navbirî di peyama xwe de nivîsiye, “Meziniya Kek Mesûd îro diyar dibe, belavbûna nûçeya serdana Mezlûm ji bo Kek Mesûd ji bo hemî Kurdan dilxweşker e, êdî dema wê yekê ye ku Kek Mesûd ji bo rêkxistina navmala Kurdan bibe birayê mezin.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro (Pêncşem, 16.01.2025) li ser tora civakî ya Xê nûçeya civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî parve kir.

Hoşyar Zêbarî di peyama xwe de nivîsî, “Civîna Serok Barzanî bi Mezlûm Ebdî ra pêxemetî hevgirtina Kurdan û yekrêziya Kurdan li beranberî desthilata nû ya Şamê bû, herwesa tekez li ser veguhastina aştiyane ya desthilatê li Sûriyeyê nû kir.”

K24

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide