Antony Blinken û Serokwezîrê Îraqê civiyan: 'Piştgiriyê bide aramiya Kurdistanê'

.

 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ji Serokwezîrê Îraqê xwest ku piştigiriyê bide aramiya Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li New Yorkê civiyan.

“Piştgiriyê bide aramiya Herêma Kurdistanê”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Antony Blinken ji Mihemed Şiya Sûdanî xwestiye ku piştigiriyê bide aramî û bihêzbûna Herêma Kurdistanê.

Antony Blinken herwiha di civînê de da zanîn ku Amerîka ji bo vekirina Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê piştgiriyê dide.

Blinken ji Sudanî xwest ku hevahengiya bi Hewlêrê re bidomînin û ji bo pêşxistina çavkaniyên enerjiyê jî hewl bidin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken bal kişandiye ser berdewamiya hevkariya di navbera Amerîka û Îraqê de.

Li aliyê din, Antony Blinken daye zanîn ku Amerîka piştgiriyê dide Îraqê da ku paşeroja wê aram be. 

Kurdistan Haberleri

Berdevkê PWKê Hanifi Turan: Bi sungiyan, bi guleyan bi hezaran mirov kuştin
Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin
Heyeta PWKyê li Parîsê beşdarê seremonîya bibîranîna Dr. Abdulrahman Qasimlo bû
PWK: Em Dr. Abdurahman Qasimlo Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
PWK: Me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî