ANTALYA - Xwendekarên Herêma Kurdistanê: Dîdara me gelekî serkeftî bû

.

Li bajarê Antalyayê ya Tirkiyeyê bi beşdariya zêdetirî 200 xwendekarên Herêma Kurdistanê dîdarek hat lidarxistin.

Xwendekar û berpirsên Komeleya Nûnerên Zanistê diyar kir ku dîdara îsal gelekî serkeftî bûye.

Di dîdarê de behsa pirsgirêkên xwendekarên Herêma Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê dixwînin hat kirin û li ser teknolojiyên nû û hişê çêkirî panêl hatin lidarxistin.

Nehemîn a Dîdara Komeleya Nûnerên Zanistê bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê pêk hat.

Xwendekar Rabîn Omer got, "Dîdareke gelekî baş bû ji bo mamoste û xwendekaran. Dîdareke Kurdane bû û me sûdeke mezin jê wergirt."

“Dîdar gelekî têr û tijî bû”

Serokê Komeleya Nûnerên Zanistê Rêbîn Nesredîn wiha diyar kir:

"Em gelekî kêfxweş in ku me nehemîn dîdara xwe bi hevkariya Rûdawê li dar xist. Dîdara îsal jî bi ser ket û gelekî têr û tijî bû."

Komeleya Nûnerên Zanistê sala 2018an hatiye avakirin û niha nêzîkî 200 endamên wê hene ku hemû jî xwendekarên Herêma Kurdistanê ne ku li welatên biyanî dixwînin.

“Min gelek sûd ji dîdarê stand”

Xwendekar Yara Mihemedê behsa dîdarêk kir û got,"Ez xwendekara pola 10an im û li Stenbolê dixwînim. Ev dîdareke taybet bû.

Sala borî jî ez beşdar bûbûm û min sûdeke mezin jê wergirt. Gelek pisporên di warên cuda de beşdarî dîdarê bûn."

Xwendekara bi navê Raza Bahadînê jî got:

"Ev dîdara li Antalyayê bû derfetek ku em çand û taybetmendiyên xwe yên Kurdî nas bikin. Di vê serdema zanistê de divê em xwe û welatê xwe nas bikin."

Nehemîn a Dîdara Komeleya Nûnerên Zanistê bi piştgiriya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê û Weqfa Maarîfê hat lidarxistin.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin