Ann Linde: Helwesta me ya li hember PKKê neguheriye

.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde diyar kir ku helwesta welatê wê ya di derbarê PKKê de nehatiye guhertin.

Îro Înê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku wê ji ber "dezenformasyonan" neçar maye ku daxuyaniyekê bide.

Ann Linde di parvekirina xwe de got, “Ji ber dezenformasyonên berfireh ên li ser Swêd û PKKê, em dixwazin bînin bîra we ku piştî Tirkiyê, Hikûmeta Olof Palme yekemîn welat bû ku di 1984an de PKK xiste lîsteya rêxistinên terorê. Ev helwest nehatiye guhertin."

Ann Linde bi bîr xist ku ev biryar di serdema Hikûmeta Olof Palme de hatiye girtin û diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê ji sala 2002an ve dema ku Anna Lindh wezîr bû li ser wê biryarê maye.

Tirkiye, Swêd û Fînlandê bi piştgirîkirina PKK û hêzên din ên wek YPGê tawanbar dike û bi wê hincetê diyar dike ku ew ne amade ne endamtiya her du welatan di NATOyê de qebûl bikin.

Kurdistan Haberleri

“29 parlamenterên HDP/DEMê ji bo MÎTê dixebitin”.
Netanyahu çû Sûriyeyê: Em venakişin
Çendîn welatan daxwaz ji xelkê xwe kirine ku bi lezgînî ji Îranê derkevin
Birîtaniyayê, balyozxaneya xwe li Têhranê de daxist
Îlham Ehmed: Veguhastina siyasî ya Sûriyeyê nabe li ser hesabê gelê Kurd be