Anîmasyona ‘Cûdîyê Miradan’ xelata IFSAKê wergirt

.

Fîlma “Cûdîyê Miradan” a derhênera Kurd Semiha Yildiz li Festîvala Kurtefîlman a IFSAKê xelata “Fîlma Anîmasyon a Baştirîn" wergirt.

28emîn Festîvala Kurtefîlman a IFSAKê di navbera 7-13ê Adarê de li Navenda Çanda Fransizê ya Stenbolê hate lidarxistin.

Anîmasyona derhênera Kurd Semiha Yildiz ku xelka bajarê Şirnexê ye di festîvala IFSAKê de xelata “Fîlma Anîmasyon a Baştirîn" wergirt.

Derhêner Semiha Yildiz ji Rûdawê re diyar kir ku kurtefîlma wê 6 xulek û saniyê ye û wê ew fîlm di meha Çile ya 2021an de çêkiriye.

Yildiz derbarê animasyonê de ev zanyarî dan “Cûdîyê Miradan, bi hîs û hêmayên bîranîneke zarokatiyê ya derbarê Cudîyê dest bi kar dike, herikîna sirûştî ya çar demsalan li Cûdîyê û encamên pevçûnên ku destlêwerdana wê herikînê dikin di heman de dinirxîne. Çiyayek ku wargehê çendîn cure kulîlkan, bizinan û mêşên kovî ye û wisa tê hêvîkirin ku xwestekan bi cih tîne lê bi dehan salan e bi zimanê yên din navê wê hatiye sazkirin, fîlm hewl dide ku vê carê ji nav wê erdnîgariyê, bi dengê sirûştê navê wê saz bike.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle