Amnesty: Tirkiye û Îranê 14 penaberên Efxan kuştine

.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), hêzên ewlehiyê yên Îran û Tirkiyê bi bikaranîna tundûtûjiyê li dijî koçberên Efxan ên ji welatî xwe revîne û vegerandina neqanûnî wan tawanbar dike. Amnesty herwiha dibêje Îranê 11 Efxanên penaber kuştine û Tirkiyê jî 3 Efxanên penaber kuştine.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî derbarê rewşa Efxanên ku ji welatê xwe reviyane ber bi sînorê Îran û Tirkiyê ve diçin de raporek amade kiriye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî, diyar dike ku bi sedema rewşa li welatê wan û nebûna belge nameyên fermî hêzên Ti rkiyê û Îranê reftareke tûnd bi penaberên Efxan re dikin.

Di raporê de hêzên ewlekarî yên Tirkiye û Îranê tên tawanbarkirin ku gelek caran Efxanên ku hewl didin sînorên xwe derbas bikin, bi awayên deryasayî tên ji aliyê hêzên Îran û Tikriyê ve tên vegerandin û hin caran bi sedema bikaranîna çek tên kuştin.

Rexistinê ku hevpeyvîn bi 74 penaberên Efxanî re kiriye eşkere dike ku 11 penaberên Efxan ji aliyê Îranê û 3 ji aliyê Tirikiyê hatine kuştin, daxwaz ji herdû welatan dike li gor yasa yên nêvdewletî reftarê bikin.

Kurdistan Haberleri

Şer û pevçûnên li bajarokê Eşrefîyet Sehnaye ya nêzîk Şamê de 13 kes hatin kuştin
Mamostayê zanîngehê: PKK, di vê demê de ji ber hewla yekitiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê êrîşî Pêşmerge dike
HPGyê êrişên li xala Pêşmergeyan li xwe girtin
Erdogan: Federaliya Sûriyeyê xeyal e
MSDyê derbarê şerê li Şamê daxuyaniyek da