Amnesty: Divê Tirkiye li Efrînê dawî li binpêkirinên mafên mirovan bîne

.

 Amnesty ji Tirkiyeyê dixwaze ku li Efrînê binpêkirinên li dijî mafên mirovan rawestîne.

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) li ser binpêkirinên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku “hêzên Tirkiyeyê û komên çekdarên ser bi Tirkiyeyê li Sûriyeyê, binpêkirinên metirsîdar li dijî mafên mirovan dikin û ew rewş didome.”

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) da zanîn:

“Xelkê Efrînê ji ber binpêkirinên komên çekdar ên Sûriyeyî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên biçekkirin û amadekirin dinale.”

Amnestyê behsa binpêkirinên ku tên kirin jî kir û anî ziman:

“Binpêkirinên ku dibin, girtina neyasayî, windakirina bizorê, destdanîna ser mal û milkan, talankirina ku hêzên Tirkiyeyê paşguh kirine.

Destdanîna ser dibistanan ji aliyê komên çekdar û hêzên Tirkiyeyê ve, bi awayekî ku bi hezaran zarok ji xwendinê bêpar mane.”

Birêvebirê Lêkolînên Rojhilata Navîn ê Amnestyê anî ziman:

“Tirkiye hêza dagirker e li Efrînê, lewma ew bi parastina sivîlan berpirs e.

Heta niha jî hêzên wê di vî erkî de, bi ser neketine û ne jî ew dikare ji wê berpirsyariyê bireve ku komên çekdar kiryarên xwe yên xirab bikin.”

Amnesty tekezî li ser wê yekê dike ku divê Tirkiye were agahdarkirin û dawiyê li wan binpêkirinan li Efrînê bîne.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de