Amerîkayê xelata ji bo serokê DAIŞê danîbû zêde kir

Amerîkayê, xelata ji bo serokê DAIŞê yê nû ku 5 mîlyon dolarî danîbû lê niha ew xelat derxist 10 mîlyon dolarî.

 

Navenda Nûçeyan - Wezareta karên derve ya Amerîkayê piştî operasyona bi ser serokê DAIŞ ê yê berê Ebûbekir Bexdadî ku wî di operasyonê de kuştibû, di derbarê kesê ku ketibû şûna wî yê bi navê Ebu Îbrahîm El Qureyşî de ragihandineka dinê ya nû kir.

Wezaret xelat ji 5 mîlyon dolarî derxist 10 mîlyon dolarî. Ev tê wateya ku xelat derketîye du qatî. Xelata bi 5 mîlyonî, di meha tebaxa sala 2019 an de hatibû danîn. Wezaret di ragihandina xwe de got ku Ebu Îbrahîm El Qureyşî, xelkê Êzîdî ji rojavayê bakûrê Iraqê direvand û dibir wan dida kuştin.

 

Amerîka Haberleri

CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye