Amerîkayê sedema venexwendina Tirkiyê bo Lûtkeya Demokrasiyê eşkere kir

.

Berdevkê Koşka Spî John Kirby ragihand ku Tirkiye û Hungarya ji ber krîterên demokrasiyê bo “Lûtkeya Demokrasiyê” ya li Amerîkayê nehatine vexwendin.

Duyemîn “Lûtkeya Demokrasiyê” di navbera 28-30ê Adara 2023an de li Amerîkayê tê sazkirin. Amerîka bo lûtkeya ku nêzîka 120 welat beşdar dibin, hevpeymanên xwe yên NATOyê Tirkiye û Hungarya venexwendin.

John Kirby derbarê lûtkeyê û venexwendina Tirkiye û Hungaryayê de bersive pirsên rojnamevanan da. Kirby dibêje, ji ber îradeya bicîh anîna krîterên demokrasiyê nîşan nedane her du welat nehatine vexwendin.

Kirby got: “Biryara lîsteya welatên tên vexwendin li gor îradeya piştgiriya saziyên demokratîk ên welatan, mafên mirov, serdestiya hiqûqê û azadiya medyayê tê dayîn. Vexwendina welatan li gor van prensîban hat wergirtin. Hemû welatên ku sala 2023ê hatine vexwendin îradeya piştgiriya mijarên lûtkeyê nîşan dane.”

Kirby herwiha ragihand ku ew dê ligel herdû hevpeymanên NATOyê têkiliyên xwe berdewam û bihêztir bikin û di mijarên berjewendî û metirsiyên hevpar de ligel wan bixebitin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt