Amerîkayê piştgiriya xwe ya peymanên bi Herêma Kurdistanê re dupat kir

.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, “Em kêfxweş bûn bi dîtina wê yekê ku Serokwezîr Barzanî peymanên mezin bi şirketên Amerîkayê îmze kirin.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê îmze kiribûn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re ragihand:

“Em piştgiriya van peymanan dikin û me teşwîq kir Bexda û Hewlêr bi hev re bixebitin ku hilberîna gazê zûtir dest pê bike.”

Tammy Bruce li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Washingtonê jî anî ziman:

“Amaje ye ji bo hezkirina xurtkirina pêwendiyên Amerîkayê yên li gel Herêma Kurdistanê.”

Tammy Bruce da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dê li gel Mesrûr Barzanî bicive û got:

“Ew dê guftûgoyê li ser berfirehkirina bazirganî û veberhênanê ya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de bikin.”

Mesrûr Barzanî serperiştiya îmzekirina peymanan kir

Ji 17ê vê mehê ve, heyete bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê ye.

Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 19ê Gulanê li Washingtona paytexta Amerîkayê di warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û 2 kompanyayên mezin ên Amerîkayê 2 peymanên petrolê hatin îmzekirin.

Kompanyayên petrolê, HKN Energy û Western Zagros bi awayên cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin. 

Her du kompanyayên HKN Energy û Western Zagros ji berê ve karê wan li Herêma Kurdistanê heye û li kêlgehên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê kar dikin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed diyar kir ku bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê hatine îmzekirin ku bihayê wan zêdetirî 100 milyar dolar e.

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevpeymaneke binirx e
Mesrûr Barzanî: Federalîzm li Iraqê baş nehatiye cîbicîkirin; Kurdên Sûriyê divê ji bo mafên xwe yekgirtî bin
PWK beşdarî çalakiya “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” bû!
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk Li Amedê Seredana DÎTAMê Kir
Civîna KURMANCÎ ya 58an li paytextê Kurdistanê dest bi karê xwe kir!