Amerîkayê piştgirî da peymanên bi Herêma Kurdistanê re

.

- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi rêkeftina bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê bi şirketin Amerîkî re ragihand û got, "Rêkeftin dê hilberîna gazê li Îraqê firehtir bike."

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê îmze kiribûn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê îmzekirina peymanan li ser sehabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got "Em kêfxweş in ku dibînin pêwendiyên bazirganî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de bi îmzekirina rêkeftinan bi şirketên Amerîkî re berfireh dibin."

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha got, " Ev cure hevkarî dê hilberîna gazê li Îraqê xurt bike û sûdê bide her du gelên me."

Mesrûr Barzanî serperiştiya îmzekirina peymanan kir

Ji 17ê vê mehê ve, heyete bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê ye.

Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 19ê Gulanê li Washingtona paytexta Amerîkayê di warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û 2 kompanyayên mezin ên Amerîkayê 2 peymanên petrolê hatin îmzekirin.

Kompanyayên petrolê, HKN Energy û Western Zagros bi awayên cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin. 

Her du kompanyayên HKN Energy û Western Zagros ji berê ve karê wan li Herêma Kurdistanê heye û li kêlgehên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê kar dikin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed diyar kir ku bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê hatine îmzekirin ku bihayê wan zêdetirî 100 milyar dolar e.

Kurdistan Haberleri

Konferansa "Rola Kurdên Li Derweyî Welêt Di Diyaloga Kurdî-Kurdî De’’
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Em li bendê ne ku Hikûmeta Sûriyeyê siyaseteke giştgîr bimeşîne
Çi bi parêzgar û qeyûmê Dêrsimê hat?
Holenda: Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin
Amerîka û Tirkiyeyê li ser Koma Xebatê ya Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar belev kir