Amerîkayê peyamek ji bo aliyên Iraqî belav kir

.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê daxuyaniyek li ser xwepêşandanên Iraqê belav kir û diyar kir ku ew ji ber zêdebûna aloziyan dilgiran in û daxwazê ji hemû aliyan dike ku ji her karekî ku bibe sedema tundûtûjiyê dûr bikevin.

Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got, “Nabe ku ewlehî û aramiya Iraqê bikeve metirsiyê û niha dema çareserkirina nakokiyan bi diyalogê ye, ne bi dijayetiyê.”

Balyozxaneya Amerîkayê her wiha bang li xwepêşanderan kir ku rêzê li sazî û dezgehên hikûmetê bigirin ku di xizmeta gelê Iraqê de ne û divê li ser erkê xwe bin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê her wiha destnîşan kir ku mafê xwenîpêşandana giştî ya aştiyane hêmaneke bingehîn a hemû demokrasiyan e lê xwepêşander jî divê rêzê li sazî û milkên hikûmeta Iraqê bigirin ku yê gelê Iraqê ne û xizmeta gelê Iraqê dikin û divê destûr bê dayîn ku kar bikin

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle