Amerîkayê li ser egera şerekî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da

.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew bi Tirkiye û HSDyê re li ser xetê ne û naxwazin şer derkeve.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîneke çapemeniyê de got:

“Em li gel çend komên di nava Sûriyeyê de di pêwendiyê de ne û çavdêriya rewşê dikin.”

Matthew Miller destnîşan kir ku agirbesta di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ku li derdora bajarê Minbicê hat kirin heta dawiya vê hefteyê hatiye dirêjkirin.

Miller her wiha diyar kir ku Washington dixwaze agirbest heta ku dibe were dirêjkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller da zanîn ku şerê û pevçûnên li Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyan de ye û got:

“Em bi HSD û Tirkiyeyê re li ser nexşerêyeke paşerojê gotûbêjan dikin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê anî ziman:

“Em naxwazin ti aliyek ji rewşa ne aram a heyî sûdê wergire û berjewendiyên xwe yên teng li ser hesabê berjewendiyên neteweyî yên Sûriyeyê berfireh bike.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle