Amerîkayê li ser civîna Erdogan û Blinken daxuyanî da

.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî rûxîna rejîma Beşar Esed ji gotûbêja li ser rewşa dawî çû Enqereyê û li gel Recep Tayyîp Erdogan civiya. 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kir û di hevdîtinê de mijarên “hevkariya bihêz a herêmî ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de” û “piştgiriya pêvajoya veguhestina siyasî ya li Sûriyeyê” hatin gotûbêjkirin.

Li ser hevdîtina Erdogan û Blinken Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Wezîr Blinken li ser hevkariya herêmî ya xurt a Amerîka-Tirkiyeyê û berjewendiyên me yên hevpar ên ji bo piştgiriya veguheztina siyasî ya ji bo hikûmeteke berpirsyar û berfireh a Sûriyeyê nîqaş kir.”

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya rêzgirtina mafên mirovan, pabendbûna bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî û parastina sivîlan û endamên komên kêmneteweyan hate nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Blinken bal kişand ser girîngiya alîkariya ji bo koçberên li Sûriyeyê û berdewamiya erkê Hevpeymana Navneteweyî ya li dijî DAIŞê.

Hat destnîşankirin ku Blinken di heman demê de li ser pêdiviya bilez a peymana agirbestê ya li Xezeyê jî nêrînên xwe anîne ziman.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle