Amerîkayê li hember êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe dubare kir

.

 Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê got "Em berdewam in li dijî her çalakiyeke leşkerî li Sûriyê û Iraqê ku aramiya herêmê têk bide."

Berdevkê Wezareta Berevaniyê Philip Ventura got: "Ev çalakiyên leşkerî armanca me ya hevpar, di nav de şerê li dijî DAIŞ’ê û misogerkirina têkbirina tam a wan, dixe xeterê."

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a derbarê şandina hêzan bo Rojavayê Kurdistanê de ragihand “Em li dijî vê tevgerê ne û banga aramiyeke lezgîn dikin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, berpirsên Amerîkayê li ser êrişan bi rayedarên Tirkiyê re axivîne û daxwaz ji wan kirine ku êrişên xwe rawestînin, herwiha ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî gotine ku êrişî Tirkiyê nekin û rewşê aloztir nekin.

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê sibeha roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an di bin navê "Operasyona Pence-Şûr" de Taxa Nû ya Kobanî, Taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremûx û Girê Miştenûrê yên Kobanî, gundê Bêlûniyê yê Şehbayê ku koçberên Efrînê yên sala 2018ê lê bicih bûne û Zirgan, gundê Teqil Betil ê girêdayî bajarê Dêrikê û derdora Eyn Îsayê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Tirkiyê her wiha li Başûrê Kurdistanê jî Çiyayê Qendîlê, Asos û Biradost bi dijwarî bombebaran kir.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e