Amerîkayê li derheq şandina mîşek û dironên rejîma Îranê bo Rûsiyê huşdarî da

.

Berpirsên payebilind ên Amerîkayê li derheq veguhastina mûşekan û alavên şer û cebilxaneya pêşkevtî yên Îranê bo Rûsiyê bo bikaranîn di şerê digel Ukraynê de huşdarî dan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Nêd Price” di civîna rojnameyaniyê de, roja Sêşemî 10ê Xezelwerê gotiye: “Eger kesekê bo geşedan bi sîstemên diron û mûşekên balistîkî pêwendî digel Îranê hebe, bê şik emê wan bêxin nav listê dorpçan” û tekezî kiriye ku Amerîka bo rohnkirin û rêgirî ji şandina çek û cebilxaneya rejîma Îranê bo Rûsiyê, dê ji hemû derfetên hewce mifahê verbigre.

Herwisa berdevkê Pêntagonê “Pêt Raydêr” jî gotiye: “Li derheq rengehiya hewlên Rûsiyê bo vergirtina çekên pêşkevtî yên zêdetir ên wek mûşekên Îranê bo bikaranîn li dijî Ukraynê, em nigeran in”.

Herwisa Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Koşka Sipî jî li derheq veguhastina mûşekên Îranê bo Rûsiyê nigeraniya xwe nîşan da û got: “Îran piştevanî ji Rûsiyê dike û hewlên xwe bo kuştina xelkê Ukraynê didomîne”.

Pêka lêkolînên berpirsên Rojavayî, rejîma Îranê dixwaze nêzî 100 cure çekên pêşkevtî bi Rûsiyê re bide.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle