Amerîkayê li Dêre Zorê hêzên Îranê mûşekbaran kir

.

 Hêzên Amerîkayê li rojhilatê Dêre Zorê bi moşekan êrîşî çekdarên ser bi Îranê yên rahênan dikirin kir.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, roja Pêncşema 28ê Tîrmeha 2022an Hêzên Amerîkayê yên Hevpeymaniya Navdewletî ji binkeya xwe ya li kêlgeha el-Umer a neftê li rojhilatê Dêre Zorê çekdarên ser bi Îranê yên ku li navçeya Meamil rojavayê Dêre Zorê rahênan dikirin mûşekbaran kir.

Heman çavkaniyê eşkee kir, şeva 26ê Tîrmeha 2022an jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li kêlgeha neftê ya Çibis a li navçeya Şedadê li başûrê Hesekeyê rahênan bi çek û teqemeniyan kirin li gel firrîna balafiran li asmanê navçeyê û berdana bombeyên ronakdar.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle