Amerîkayê hişyarî da Îraqê: ‘Em amade ne hemû amûran bi kar bînin’

.

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got, siyaseta Washingtonê ya derbarê Îraqê dixwaze ku li wî welatî hikûmetek hebe ku "bi awayekî bibandor û bi rêz li gel Amerîkayê" kar bike.

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, Donald Trump 27ê Kanûna Paşîn a 2026an nêrîna xwe ya derbarê namzedbûna Nûrî Malîkî de aniye zimên ku namzedê Çarçoveya Hevahengiyê ye ji bo posta Serokwezîriya Îraqê.

Trump wê demê gotibû: "Cara borî dema ku Malîkî li ser desthilatê bû, ew welat (Îraq) kete nav hejarî û tevlîheviyeke temam.

Nabe rê bê dayîn ku ew yek ducare bibe. Eger (Malîkî) careke din bê hilbijartin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber siyaset û îdeolojiya wî ya neaqilane amade nabe careke din alîkariya Îraqê bike.

Eger em alîkariyê nekin, şansê Îraqê yê serkeftin, aramî yan azadiyê sifir e."

"Em amade ne hemû amûran bi kar bînin"

Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bilî amajekirina bi gotina Donald Trump, ji Rûdawê re got:

"Siyaseta me ya li hemberî Îraqê dixwaze ku hikûmetek hebe, şiyana wê hebe bi awayekî bibandor û bi rêz li gel Amerîkayê kar bike."

Wî berpirsê ku nexwest em navê wî eşkere bikin, behsa wê yekê kir ku ew li gel aliyê Îraqî derbarê mijarên cuda di pêwendiyê de ne û hişyarî da:

"Em amade ne hemû amûrên li ber destê xwe bi kar bînin ji bo pêkanîna siyaseta Serok û me ev yek gihandiye serkirdayetiya siyasî ya Îraqê."

Bersiva Malîkî

Namzedê Çarçoveya Hevahengiyê yê  posta Serokwezîriya Îraqê Nûrî Malîkî, şeva borî di hevpeyvîneke li gel kanala Şerqiyeyê ya Îraqê de li ser gelek mijaran axivî.

Malîkî derbarê peyama Trump got ku agahiyên şaş dane Serokê Amerîkayê.

Malîkî amaje bi wê yekê kir, di serdema serokwezîriya wî de ku du dewre bûn û ji sala 2006an heta 2014an serokwezîr bû “Rêkeftina Stratejîk” li gel Amerîkayê hatiye îmzekirin û rê li ber hatina kompanyayên mezin ên Amerîkayê hatiye vekirin.

Malîkî rexne li helwesta Tirkiye, Qeter û Sûriyeyê jî girt ku li dijî hilbijartina wî ne.

Afrîka Haberleri

Li Sûriyeyê dîrokeke nû: Cara yekem e 'herêmên Kurdan' tên naskirin
Mezlûm Ebdî hûrgiliyên rêkeftinê aşkere kirin: HSD wekî "Lîwayên Parastinê" li herêmê dimîne
Mezlûm Ebdî û Tom Barrack dê li Hewlêrê bicivin
Almanya: Şertê me yê ji bo Sûriyeyê beşdariya hemû pêkhateyan e
Endamên Kongreya Amerîkayê: Divê ji bo hikûmeta Sûriyeyê xetên sor werin danîn