Amerîkayê êrîşa Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

.

 Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê êrîşa mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên Îranê bo ser baregehên PDKÎ û Komeleyê yên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Roja Duşemê 21ê Mijdara 2022an, Fermandarê Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Erik Kurilla di daxuyaniyekê de ragihand ku ew êrîşa mûşekî û firokeyên bêfirokevan şermezar dikin.

Erik Kurilla anî ziman, “Ew bi neheqî jiyana sivîlan dixine metirsiyê, serweriya Iraqê binpê dikin û ewlehî û aramiya Iraq û Rojhilata Navîn ku bi zehmetî hatiye bi dest xistin dixine metirsiyê.”

Îranê îşev careke din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Li gor zanyariyan, baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cejnekan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirgwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.

Endamê Polîtboruya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê, Aram Muderisî derbarê êrîşa îşev a Îranê de ji Rûdawê re ragihand, “Bi dron û mûşekan baregeha serkirdayetiya partiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan li Bane Gewre li Zirguwêzê hatiye armanckirin, lê belê ti zirarên canî nebûye."

Li aliyekî din Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd jî ji Rûdawê re ragihand, “Kampa Cejnekan li nêzîkî nahyeya Behirke ya ser bi Hewlêrê ve ku endam û malbatên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) lê dijîn, hatiye bombebarankirin.”

Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, “Îranê îşev bi 3 mûşekan Koye bombebaran kiriye, mûşekek li Keleha Demokratê ketiye û du mûşekên din jî li Bingeha Tendirustî ya li nav Kampa Azadî ketine ku taybet bi penaberên Rojhilatê Kurdistanê ye.”

Berpirsê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebaranê de Pêşmergeyekî bi navê Behzad Îskat ê bi nasnav Çiyako şehîd bûye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt