Amerîkayê derbarê rewşa Kobanî de daxuyanî da

.

Piştî zêdebûna êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, Amerîkayê bertek nîşan da û daxwaza asayîkirina rewşa Kobanî kir.

Piştî zêdebûna êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, Amerîkayê bertek nîşan da û daxwaza asayîkirina rewşa Kobanî kir.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê di twîtekê de êrîşên li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku ew ji alozî û êrîşên li ser Kobaniyê dilgiran in.

Di twîta Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê de hatiye gotin, “Em gelek ji wan raportan dilgiran in ku behsa topbarankirina Kobanî dikin û em ji canjidestdana welatiyên sivîl jî xemgîn in.”

Di beşeke din a peyama xwe de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê dibêje, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwaz ji hemû aliyan dike rewşê aram bikin.”

Twîta Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê di demekê de ye, ku êvara duh yekşemê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hejmarek gundên sînorê Kobanî û Girê Spî topbaran kirin.

Medyayên nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê belav kirine ku gundên Ehmediye, Donyak û çend gundên din ên ser bi Girê Spî û Kobaniyê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve hatine topbarankirin û di encamê de welatiyek ji gundê Xanê canê xwe ji dest daye û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir