Amerîkayê ceza bi ser çend kesayetiyên Îranê de sepandin; “Hewla kuştina Bolton û Pompeo dane”

.

Amerîkayê cezayên nû bi ser çend kesayetî û dezgehên Îranî de sepandin ku bi plana kuştina rayêdarên Amerîkî yên wek Şêwirmendê berê yê Asayîşa Nîştimanî John Bolton, Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û çend kesayetên Îranî û biyanî yên ku li derveyî Îranê dijîn tên tawanbarkirin.

Di çarçoveya sizayan de, mal û milkên 3 kesayetên Îranî, 2 berpirsên payebilind ên Supaya Pasdarên Îranê û saziyeke Îranî dê bên rawestadin û çûnûhatina wan bo Amerîkayê hat qedexekirin.

Yek ji wan kesên ku cezayên îro Pêncşemê bi ser de hatine sepandin, Mihemed Riza Ensarî yê ku Berpirsê Yekîneyeke Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê ye û bi gotina Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, “serpereştiya operasyonên dizî" li derveyî Îranê kiriye, “Di nav wan de plankirin û pêkanîna operasyonên îstixbaratî yên kujer li dijî endamên opozîsyona Îranî li derve û xelkê din ên Amerîkayê, Rojhilata Navîn, Ewropa û Afrîkayê.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Mihemed Riza Ensarî bi piştevaniya Şehram Pûrsefî ku welatiyê Îranê ye, plan û hewla kuştina 2 berpirsên berê yên Hikûmeta Amerîkayê dane.”

Ev di demekê de ye ku di Tebaxa sala borî de, Wezareta Dadê ya Amerîkayê Şehram Pûrsefî bi hewldana kuştina John Bolton tawanbar kiribû.

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye