Amerîkayê 2 serkirdeyên DAIŞê li Sûriyê kuşt

.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand, 2 serkirdeyên DAIŞê di encama êrişa helîkoptereke Amerîkayê de li rojhilatê Sûriyê hatine kuştin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkî roja Yekşemê di daxuyaniyekê de got ku hêzên wan “êrîşeke serketî” bi helîkopteran pêk anîn, di encamê de du berpirsên DAIŞê hatin kuştin, yek ji wan berpirsê DAIŞê li Sûriyê Enes e.

Destnîşan kir ku Enes beşdarî “operasyonên komploger ên kujer” ên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bûbû. Di heman demê de piştrast kir ku di êrîşê de ti sivîl nehatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Amerîka bi hevbeşiya bi hêzên xwecihî re pabend e bi rûbirûbûna metirsiya cîhanî ya DAIŞ'ê .”

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kir, DAIŞ hîn jî li ser ewlekarî û aramiya herêmê gef e.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Joe Buccino got: “Kuştina van berpirsên DAIŞê, dê şiyana rêxistina terorîst a plankirin û pêkanîna êrîşên zêdetir li Rojhilata Navîn asteng bike.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye