Amerîka wê di piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe

.

 Di civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan re, Rêkxerê Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka ya li Koşka Spî Brett McGurk tekez kir ku Amerîka di piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam dibê û ji bo rûbirûbûn û têkşikandina yekcariya DAIŞê dikarin pişt pê bibestin, her wiha sersaxî û serxweşiyê pêşkêşî malbatên şehîdên Pêşmerge kir ku vê dawiyê li rûbirûbûna DAIŞê de şehîd bûn.

Di civîna ku roja 13.12.2021 li Hewlêrê birêve çû de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dema serdana birêz McGurk ya li Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û dûpat kir ku li serubenda guhertina erkê hêzên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê, dûpatkirina berdewamiya pêgiriya Amerîka bi piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê, peyameke girîng e.

Di civînê de ku birêz Balyozê Amerîka li Iraqê û Konsolê Giştî yê li Hewlêrê amade bûn, hilbijartin û encamên wê û pêşbîniya ji bo paşeroja proseya siyasî li Iraqê, guftûgoya di navbera hêz û aliyên Iraqiyan, hewlên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya federal, rewşa emnî û serbazî û aboriya welat, êrîşên DAIŞ, alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, guftûgoya stratejiya Iraq – Amerîka û derfetên pêşxistina peywendiyên her du aliyan hate guftûgo kirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku DAIŞ metirsiyeke rasteqîneye û ji bo rûberûbûna wê û têkşikandina wê, hê jî Iraq pêwîstî bi berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî heye. Her wiha alîkarî û hemahengiya hêz û aliyên Iraqiyan bi pêwîst zanî bo ku bikarin hikûmeteke komker li welat pêk bînin ku bersîvdana daxwaziyên welatiyên Iraqê bê û aramiyê biparêze.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle