Amerîka û Îsraîl gihîştine asta herî bilind a hevkariyê

.

Nûçegihaniya Reutersê ragihandiye ku pêwendiyên li navbera Îsraîl û Amerîkayê gihîştiye bilindtirîn asta xwe ku heta niha li navbera wan 2 welatan de bê mînak bûye.

Nûçegihaniya Reutersê bi belavkirina raporekê li roja Çarşemî 17ê Rêbendanê, daye zanîn ku serdena “Binyamîn Netanyaho” yê Serokwezîrê Îsraîl bo Amerîkayê, destkevtên mezin bo Îsraîlê hebûne ku ew destkevt serwetir ji asta çavrêkirî de bûne.

pêka vê rapora Reutersê ku ji çavkaniyeke Îsraîlî ku navê wê, eşkere nekiriye, daye zanîn ku pêwendiyên li navbera Îsraîl û Amerîkayê gihîştiye astekê ku li dîroka wan 2 welatan de heta niha bê mînak bûye.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê, rêkarên nû yên bi wec bo wan çalişan amade kirine ku Îsraîl ji destpêka avabûna vê ve digel rûberû bûye û bandor li ser kiriye.

Donald Trump pêştir çendîn rêkar ên wek cihgîrkirina demkî ya beşeke zêde ji xelkê Xezê li çend welatên din ên wek Ordon û Misrê de gelek pêngavên bilind avêtine û daye zanîn ku avakirina Xezê zêdetir ji 10 salan dem hewce ye.

Herwisa axaftinên Donald Trump ên vê dawiyê li derheq rêjîma Îranê dide xuya ku mezintirtîn pişevanê Îsraîl li her egerekê li hember rêjîma Îranê ye û dê cebilxaneya taybetî yên hewce, dê bîde Îsraîlê.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin