Amerîka û Îraq bo rûbirûbûna li hember spîkirina perê Îranê lihev kirin

.

Wezîrê Karê Derve yê Îraqê “Fu`ad Hisên” di sardana xwe bo Amerîkayê de”got, bi rêkeftina ku hatiye encamdan û pêkanîna sîstema nû ya çavdêrîkirina gerguhêzkirina Dolar, hikûmeta Iraqê û Xezînedariya Amerîkayê zêdetir kontrola xwe li ser hatina Dolar bo Iraqê û derketina wê ji vî welatî heye.

Herwisa “Fu`ad Hisên” di civîna rojnamevanî de ev yek jî diyar kir ku, di mekanîzma nû de bêyî agahdarkirina hikûmeta Bexdayê û Xezînedariya Amerîkayê ti Dolar ji Iraqê dernakeve.

“Fu`ad Hisên” da zanîn jî ku, wir şûnda ji bilî Xezînedariya Amerîkayê, banka navendî ya vî welatî jî bi tevahî çavdêriya sîstema darayî ya Iraqê dike.

Berê jî rayedarên Amerîkayê li derheq pêbendbûnên her du welatan, bi berpirsên Îraqê re li derheq rûbirûbûna li hember spîkirina pere û piştevanîkirina aborî li terorîzmê gotûbêj kiribûn.

Herwiha Wezîrê Derve yê Iraqê li ser hebûna hêzên derve û bandora Îranê li Iraqê jî bi rayedarên Amerîkayê re gotûbêj kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle