Amerîka û 4 welatên Ewropî hişyarî didin welatiyên xwe yên li Tirkiyê

.

Amerîka û çar welatên Ewropî li ser metirsiya êrîşên terorî, hişyariya ewlekariyê didin welatiyên xwe yên li Tirkiyê ne.

Piştî ku li Swêdê, Danîmark û Hollandayê Qur’ana pîroz hate şewitandin, Amerîkayê, Fransayê, Almanya, Îspanya û Îtalayayê ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyarname belav kirin.

Wezareta Derve ya Almanyayê di hişyarnameya xwe de got ku li Swêdê piştî şewitandina Qur’anê, metirsiyên êrîşên terorî zêde bûne. Lewma divê welatiyên wan ji cihên qelebalix dûr bikevin û dema serdana cihên pîroz bikin, divê hişyar bin.”

Balyozxaneyên Amerîka, Fransa, Îspanya û Îtalyayê yên li Enqerê jî bi daxuyaniyekê hişyarî dan welatiyên xwe da ku ji cihên pîroz û ji cihên ku welatiyên rojavayî zêdetir diçin wir, dûr bikevin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price roja Duşemê got, “şewitandina pirtûkên ku gelek kes wê pîroz dibînin, bêrêzî ye”, wek amajeyekê bi şewitandina pirtûkeke Qur’anê di xwepêşandaneke rastgirên tundrew li ber Balyozxaneya Tirkiyê li Stockholmê de.

Roja 21ê vê mehê, siyasetmedarê Swêdî-Denmarkî Rasmus Pludan li Stockholma paytexta Swêdê kopiyeke Qur’ana Pîroz şewitand, piştî vê kiryarê jî karvedanên tund li welatên Îslamî û çend welatên din li pişt xwe anîn.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?