Amerîka Toleyên Nû Datîne ser Hizbullah û Rejîma Sûrî

.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Çarşemê ragihand ku ew toleyan datîne ser çend kes û kompanîyên ku piştgirîya didin Hizbullaha Lubnanî û rejîma Sûrîyê.

Berdevkê Wezareta Derve Mathhew Miller di daxuyanîyekê de got ku toleyên nû yên Washington sê kes û çar kompanîyan li ber xwe digirin, “jiber rola wan peydakirina dahatê jibo Hizbullah ku operasyonên wê yên terorîstî fînanse dike.”

Karbidestê Amerîkî da zanîn ku Amerîka herwiha toleyan datîne ser sê kesan ku beşdarî berhemdana neqanûnî û qaçaxtîya kaptagonê dikin. Kaptagon madeyeke hişbir e ku bûye jêdereke serekî bo misogerkirina dahatê bo rejîma Sûrî û komên din yên ser bi Îranê ve, di nav de jî Hizbullah.

“Amerîka di pêgirîya xwe de pêgir e jibo rê li ber Hizbullahê bigire ku xwe bigihîne sîstema diravî ya navnetewî. Koma ku Îranê piştgirîya wê dike van şêweyan bi kar tîne da ku tundûtûjîya xwe fînanse bike,” Miller got.

Ev tole di demekê de tên ku şer û pevçûn di navbera çekdarên Hizbullah û artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê û deverên din didomin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle