Amerîka ragihand ku wê tedbîrên tund deynin ser Îranê

.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi sedema ku Îran şiddetê li ser çalakvanan dike û alîkariyê dide Rûsyayê û hem li ser Rûsyayê biryara dorpêçan heye, wê tedbîrên tund deyne ser Îranê. Blinken, piştî ji civîna wezîrê karên derve yê welatên G7an ku li Almanya li bajarê Munsterê hat kirin derket, civîna çapemeniyê li darxist û weha got:

“Daxwaza azadiyên nifşên nû yên Îraniyan bi şiddet û zorê nayê tepisandin. Ji bo Îranî karibin bi hevre têkiliyan deynin û dinya karibe sûcên rejîma Îranê bibîne, ji bo wan înternet bê temînkirin, bi civaka sîvîl û şîrketên teknolojiyê re em xebata xwe dikin. Ji ber Îran bi Rûsya re alîkariyê dike, em ê bêhtir dorpêçan deynin ser Îranê.”

Blinken, her weha got ku yekîneyên Îranê yên li Kirimê ji bo yekîneyên Rûsya re alîkarî dikin da karibin balafirên bêajotvan bikarbînin û bi wan balafiran li Ûkraynayê bixin. Di vê babetê de, di destê wan de rapora îstîxbaratê heye.

Wezareta karên derve û wezareta xezînê ya Amerîka di 26 ê cotmehê de, bi sedema ku şiddetê danîne ser xwepêşandêrên Îranê, dorpêçan danîbûn ser 14 rêvebir û 3 dezgeyên Îranê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin