Amerîka pakêteke din a alîkariya serbazî bo Ukraynayê radigihîne

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, pakêteke din a serbazî bi bihayê 200 milyon Dolar dişînin Ukraynayê, ku ji teqemeniyên sîstema berevaniya asmanî pêk tê.

Antony Blinken diyar kiriye, girîng nîne çi wext Rûsya dê şer rawestîne, Washington û welatên hevbeş û hevpeymaniên wê bi yekgirtî li cem Ukraynayê disekinin.

Blinken dibêje, Rûsya ev şer derxistiye û dikare di her demekê de be, bi vekişandina hêzên xwe û rawestandina êrîşên xwe yên dirindane, dawî li vî şerî bîne.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle