Amerîka li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îranê çi dibêje?

.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îranê got, “Em tim diyalogê û arambûna rewşa herêmê teşwîq dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Îranê ye.

Nêçîrvan Barzanî doh bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiyê ya Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê îro jî bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtinek kir.

Matthew Miller di civîna xwe ya rojane ya rojnamegeriyê pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde yên li ser serdana Nêçîrvan Barzanî bersivandin.

Matthew Miller li ser helwesta Amerîkayê ya derbarê vê ziyaretê got:

“Me tim ji bo arambûna rewşê hewl daye û em hemû diyalogên li herêmê yên ji bo aramkirina rewşê teşwîq dikin.”

Matthew Miller got, “Îran yek ji hokarên sereke yên aloziyên li Îraq û Rojhilata Navîn e” û amaje pê kir ku ew gûftûgoyên ji bo başkirina rewşê han didin (teşwîq dikin).

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin