Amerîka ji bo serokê Hîzbullahê 7 milyon dolar xelat dide

.

 Di 40emîn salvegera êrîşa ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê 7 milyon dolar xelat ji bo girtina serokê Hizbullahê Îbrahîm Akil ku di wê êrişê de roleke giring hebû dide.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da wiha hat gotin: "Bernameya Xelatên Dadmendiyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, di 40emîn salvegera êrîşa îro ya li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê, li Lubnanê, ew ê 7 milyon dolar xelat bide kesê/a zanyariyên li ser nasname, cih, girtin û mehkûmkirina Îbrahîm Akil, rêberê sereke yê Hizbullahê belav dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Îbrahîm Akil ê bi nasnav Tehsîn jî tê naskirin di Meclîsa Cîhadê ya ku yekîneya herî bilind a leşkerî ya Hîzbullahê ye de cih girtiye.

Hizbullahê ku di êrîşa 18ê Nîsana 1983an de li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê ku di encamê de 63 kes hatibûn kuştin û di 23ê Cotmeha 1983an de li dijî baregeha hêzên deryayî ya Amerîkayê ku 241 leşkerên Amerîkayê û 58 leşkerên Fransayê hatibûn kuştin, berpirsyar bû. Di daxuyaniyê de ku tê diyarkirin yek ji endamên sereke yên "Rêxistina Cîhada Îslamî" ya girêdayî Cîhada Îslamî ye, hat diyarkirin ku rêberê navborî yê Hîzbullahê di salên 1980an de jî di revandina rehîneyên Amerîkî û Almanî de rol lîstiye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di 21ê Tîrmeha 2015an de Akil xiste lîsteya kesên ku di bin cezayên taybet de ne.

Paşê, di 10ê Îlona 2019an de, Wezareta Derve ya Amerîkayê Akil xist nav Lîsteya Terorê ya Cîhanî ya Taybet.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin