Amerîka ji bo Navalny demildest berde bang li Moskowê kir

.

Berdevka Qesra Spî Jen Psaki di derbarê rexnegirê Kremlinê Aleksî Navalny de daxuyaniyek da. Psaki di daxuyaniyê de destnîşan kir, ji ber rewşa rêberê opozîsyona Rûsya Aleksey Navalny ketiye fikaran û bang li Moskowê kir, da ku Navalny demildest berde.

Medya Amerîkî dabû zanîn, Navalny ji ber nexweşiyê veguhestine nexweşxaneya girtîgehê. Li gor nûçeyan, Navalny testa vîrusa Korona jî kiribû.

Herwiha çapemeniya Rûsya destnîşan kiribû, Navalny îdia kiriye li girtîgehê nexweşiya weremê heye û karbidestan li ser wê îdiayê ew roja Duşemê birine nexweşxaneyê.

Navalny, çend saetan berî here nexweşxaneyê, ji medya civakî re diyar kiribû kuxika wî giran e û taya wî zêde ye, pêdiviya wî bi dermankirinê heye û gotibû ji ber ku derfetê nadinê, wî dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Amerîka û hevalbendên wî yên Ewropî, bo berdana Navalny li dijî Rûsya tole ragihandin.

Karbidestên Hikûmeta Rûsya, toleyan rexne dikin û dibêjin welatên rojava may li sîyaseta wan ya navxweyî dikin.

Amerîka Haberleri

Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene