Amerîka hişyarî da û ragehand: “Êdî em nikarin Îsraîlê kontrol bikin

.

Malpera Axios ji zarê berpirsekî Amerîkî û berpirsekî berê yê Îsraîlî ve belav kiriye, di çend rojên borî de rêvebirîya Joe Biden bi rêya Swîsreyê hişyarî da Îranê ku xwe ji êrîşeke din bo ser Îsraîlê dûr bixe.

Wan berpirsan tekez kirine: Eger Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê ve jî êrîşê Îsraîlê bike, dê bersiva wê bê dayîn.

Berpirsê Amerîkî ji Axiosê re ragehandiye: “Me ji desthilatdarên Îranê re ragehandiye, di egera êrîşeke li wan cihan de em nikarin Îsraîlê Kontrol bikin, herwaha em nikarin  piştrast bin ji wê ku êrîşa berovajî ya Îsraîlê bi qasî êrîşa berê sînordar û bi hesab be.”

Rayedarê Amerîkî got ku ev peyam rasterast ji Îraniyan re hatiye şandine û berpirsê Îsraîlî jî dibêje: “Peyam bi rêya Swîsreyê ji Tehranê re hatiye ragehandin.”

Hêjayî gotinê ye ku heta niha, Koşka Spî û nûnertiya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî ti daxuyanî derbarê vê raportê de nedane.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin