Amerîka hişyarî da Îranê: Yan danûstandin yan jî wêranbûna aborî!

Berpirsekî wezareta derve ya Amerîka hişyar da Îranê û ragihand, divê yan bi Amerîka re dest bi danûstandin bikin yan jî hilweşîyana aborî hilbijêrin!

Navenda Nûçeyan - Berpirsê karûbarên Îranê di wezareta derve ya Amerîka de, Brian Hook ragihandîye, zêdetirî sê salan e Amerîka bi fişarên sîyasî û aborî rêjîma Îranê kontrol dike.

Brian Hook her wiha gotîye, dorpêç û sizayên aborî bûne sebeba wêranbûna aborîya Îranê.

Wî berpirsê Amerîkî dîyar kirîye ku berpirsên rêjîma Îranê li hember durîyanekê ne; yan dê bi serok Trump re dest bi danûstandinê bikin yan jî dê aborîya wan bi temamî wêran bibe.

 

Amerîka Haberleri

PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin
Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'
Trump piştî hewla kuştinê: Ew êriş li Destûra Amerîkayê bû