Amerîka: Haya me ji metirsiyên PKKê û operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê heye

.

 Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, haya wan ji gefên PKKê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê heye, lê divê operasyonên Tirkiyeyê bi hevahengiya bi Iraqê re bên kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “me daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye ku operasyonên xwe yên li dijî PKKê bi hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarên Iraqê re bike, da ku ziyan negihin sivîlên Herêma Kurdistanê.”

Miller got jî: “Em wek Amerîka hest bi nîgeranî û gefên ku çekdarên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Tirkiye û Iraqê dirust kiriye dikin, lê em tekez dikin ku divê operasyon bi hevahengî bên kirin, ji bo jiyana sivîlan bê parastin.”

Ev yek di demekê de ye, Dijeterora Kurdistanê duhî 8ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, droneke Tirkiyeyê otomobîleke çekdarên PKKê li ser rêya Tilqeseb û Şingalê bombebaran kir û 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Her derbarê mijara êrîşên Tirkiyeyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê  Îbrahîm Sumeydeî di hevpeyvîneke televizyonî li gel kanala “Dicle” a Iraqî de ragihand, “operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi hevahengiya di navbera Bexda û Enqerê de tên kirin.”

Kurdistan Haberleri

Şaredarên Edenê, Antalya û Semsûrê hatin desteserkirin
Li Urmiye hêzên Îranê Wahab Alizadeh girtin û kes nizane heya niha li ku derêye
Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku li Hewlêrê êrîş li dijî baregeheke Îsraîlê hatiye kirin
Wezareta Karên Navxwe: Komên girêdayî Heşdî Şebiyê êrişan pêk tînin
Îraq: Li herêmên nakok ti liv û tevgerên neasayî nînin