Amerîka: Ger Moskow helwesta xwe biguherîne em ji bo gotûbêjê amade ne

.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê da zanîn, Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna dike.

Price eşkere kir, wan bersiveke lezgîn û bi îstiqrar daye Rûsya û got, ger Moskow helwesta xwe biguherîne, ew ji bo gotûbêjê amade ne.

Price destnîşan kir: “Rûsya divê raber bike ku ew ji bo dîplomasiyê cidî ye. Lê me heta niha tiştên berovajî dîplomasiyê dîtin. Ger Moskow helwesta xwe biguherîne, em ji bo gotûbêjê amade ne.”

Herwiha da zanîn ku ew dixwazin rê li ber êrîşa belkîyî ya dijî Kîev ya paytexta Ukrayna bigirin.

Price got, ger Rûsya êrîşî Kîevê bike, ew ê bi awayekî giran mafên mirovan werin binpêkirin û tawanên şer çêbibin.

Berdevkê Wezareta Derve eşkere kir, toleyên Amerîka dijî Rûsya ragihandine destpêk in û diyar kir, ger Moskow aloziyê gurtir bike, ew ê jî bersivên tundtir bidin. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle