Amerîka: Em PKKê wek rêxistineke terorîstî ya navneteweyî dibînin

.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir, ew PKKê wek rêxistineke terorîstî ya navneteweyî dibînin, lê Komela Kurdistana Îranê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistana Îranê wek terorîst nabînin

Li gor Berdevkê Wezaretê Ned Price ji Newsweek re eşkere kir: “Amerîka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek rêxistineke terorîstî ya navneteweyî bi nav kiriye, lê em Komela Kurdistana Îranê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistana Îranê wek terorîst nabînin.”

Herwiha Ofîsa Çavdêriya Giştî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, herî dawî li ser plana xwe ya pêşerojê ya operasyonên awarte yên sala 2023an de raporek berfireh belav kir û tê de êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê rexne kir.

Di raporê de hat eşkerekirin ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rewşa ewlekariyê ya herêmên di bin kontrola HSDê de xerabtir dike, herwiha berdewamiya nakokiyên navbera Tirkiye û komên PKKê û operasyonên Tirkiyê li dijî wan, wê rewşa navçeyên ku xelk û bextewariya Herêma Kurdistanê lê heye, xerabtir bike.

Herî dawî di raporê de êrîşên Tirkiyê yên li ser devereke geştyarî li nêzîkî Zaxo di Tîrmehê de hatin şermezarkirin ku neh geştiyar hatin kuştin û Enqere red kir û PKK sûcdar kir, di heman demê de Washington bûyer şermezar kir, bêyî ku sûcdar be.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin