Amerîka: Em li Rojhilata Navîn dimînin

.

Wezareta Derve ya Amerîka roja duhî piştrast kir, hevkariya ewlekarî ya Washingtonê li Rojhilata Navîn berdewam e. 

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, rêveberiya Serok Joe Biden naxwaze mana hêzên leşkerî ya Amerîka li Rojhilata Navîn bi dawî bike.

Wezareta Derve ya Amerîka roja duhî piştrast kir, hevkariya ewlekarî ya Washingtonê li Rojhilata Navîn berdewam e.

Cîgirê Alîkarê Wezareta Derve ya Amerîka Joey Hood li kongreya derbarê ewlekariyê li Rojhilata Navîn de got: “Em pêbend in ku azadiya navîgasyonê misoger bikin da ku pêşî li têkçûna aboriya gerdûnî bigirin.”

Hood tekez kir, Serok Joe Biden naxwaze mana hêzên leşkerî ya Amerîka li Rojhilata Navîn bi dawî bike û got: “Hebûna me ya leşkerî li herêmê ji 70 salî ve heye û ev rastî jî nayê guhartin.”

Hood diyar kir, Amerîka bi şert û merc û gefên Rojhilata Navîn re digunce û tekez kir, hejmareke ne mezin hêzên Amerîka ji bo rahênankirina hevbeşên xwe li herêmê dimînin.

Pêştir Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihandibû, gefên berdewam ên Îranê li Rojhilata Navîn di bin hişyariya Amerîka û hêzên nevdewletî de ne û parastina rêyên avê û tengavan “pêwîst e”

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkî Tim Hawkins gotibû: Zêdebûna metirsiyên Îranê li ser riyên avê yên navdewletî li Kendava Erebî, pêwîstiya wê bi hişyarî û hevkariyên navdewletî yên berdewam heye, ji bo nehiştina van metirsiyan û xebata ji bo parastina herêmê.

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn
Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir