Amerîka: Em ji bo erkê Hevpeymaniya Navneteweyî bi Îraqê re gotûbêjan dikin

.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku ew ji bo erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi Hîkûmeta Îraqê re gotûbêjan dikin.

Heman berdevkî destnîşan kir ew di gelek mijarên de bi Îraqê re hevahengiyê dikin û yek ji wan mijaran jî “ewlehî” ye.

“Hevpeymaniya Navneteweyî serkeftinên berbiçav bi dest xistin”

Berdevkê Amerîkayî li ser çarenivîsa hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Em û Îraqê ji bo gotûbêjên li ser erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî di pêvajoyeke hevpar de ne.

Wan hêzan serkeftin bi dest xistine û dixwazin ku DAIŞ bi ti awayî careke din ranebe ser pêyan.

Mijara ewlehiyê jî di nav de, bi Îraqê re li ser çend babetên cuda hevahengiya me heye.

Em hemû pêwendiyên xwe yên bi Îraqê re binirx dibînin.

Hevpeymaniya Navneteweyî û hêzên Îraqê ji bo têkşikandina DAIŞê serkeftinên berbiçav bi dest xistin.”

Li aliyên din, hinek çavkaniyan ji Reutersê ragihand ku dê Îraq û Amerîka ji bo bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî yê li Îraqê dest bi hevdîtinan bikin.

Li gorî van çavkaniyên, ji bo vekişînê şertê ewil ê Amerîkayê ew e ku milîs êdî êrişî hêzên wan nekin.

Hinek çavkaniyên din jî îdia kir ku Amerîkayê bi rêya Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê nameyek şandiye ji Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re.

Li gorî vê îdiayê, Amerîkayê di vê nameyê de gotiye ku ew ji bo destpêkirina guftûgoyên li ser vekişîna hêzên xwe amade ne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî hebûna vê nameyê pişrast kiribû lê behsa naveroka wê nekiribû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle