Amerîka: Em êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

.

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa mûşekî û dronên ên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û ew wek “binpêkirina nerewa ya serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê” bi nav kir.

Di êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koya, Zirguwêz û Şêrawa herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an daxuyaniyek belav kir û got, “Em ji kuştin û birîndarbûna sivîlan agahdar in û hemû ziyanên canî yên ji ber êrîşên îro şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em daxuyaniyên Hikûmeta Îranê yên ku gefa êrîşên zêdetir li dijî Iraqê dixwe, şermezar dikin.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha anî ziman, “Em piştgiriya gel û Hikûmeta Iraqê li hember van êrîşên li ser serweriya wan dikin.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt